محليات - نشاطات

جمعية جان السورية تحيي ذكرى سينما عامودا في باتمان وحزب يكيتي يلقي كلمة

يكيتي ميديا – باتمان
13-11-2014
بمناسبة ذكرى الرابعة والخمسين لمحرقة سينما عامودا
قامت جمعية جان السورية بإحياء هذه المناسبة الأليمة على الشعب الكوردي
حيث تم الترحيب بجميع الحضور من قبل عريف الحفل وبدأ الحفل بالوقوف دقيقة صمت على ارواح شهداء سينما عامودا وشهداء الكورد
ومن ثمة القاء بعض الكلمات منها
1-كلمة الحزب الديمقراطي الكردستاني القاها الدكتور شيرين ملا مصطفى
2-كلمة جمعية جان القاها الدكتور عماد احمد
3-كلمة حزب اليكيتي الكوردي في سوريا القاها الاستاذ اسامة داؤود
4-كلمة رابطة البيت السوري القاها الاستاذ رشاد سيد عيسى
5-كلمة حزب أذادي كوردستان (تركيا) ألقاها الاستاذ آدم كفري
ثم تكلم الاستاذ صلاح محمد عن قصة حريق سينما عامودا
وكما قام ملا عماد الدين بالقاء شعر من ديوانه عن سينما عامودا وانتفاضة قامشلو
وفي الختام تم عرض فلم وثائقي عن حريق سينما عامودا

كلمة الحزب

Xuşk û birayên hêja …
Nûnerên partî û rêxistinan …
Hûn tev bixêr hatin …
Di detpêkê de , em spasiya komela Can a Sûrî dikin , ku me vexwendî vê helkeftina dîrokî kir .
Ne tiştekî hêsane ku di kêlîkekê de nêzîkî 300 zarokî jiyana xwe ji destbidin , ne mirinek normal bû , yan kuştinek bi çekan bû .
Ew bi saxî hatin biraştin li pêş dê û bavan , pîlan û komkujiyek kirêt bû .
Rêjîma komara Yekîtiya Erebî nijadperestiya xwe da xwiyanî kirin , li hemberî gelê Kurd û pirojeyên wanî şofen berdewam kir ta niha jî . armanca wan ew bû ku Kurd bêne bişaftin di nava miletê Ereb di Sûrî de . lê ev mirad û kiryarên wan neçûn serî , her Kurd man li ser xaka xweyî dîrokî , û serî netewandin ji rêjîmên faşist û diktator re , yên ku bi wergêranên leşkerî dihatin ser desthilatdariya dewleta Sûrî .
Ev ne cara pêşîbû ku bobelat wisa bi serê xelkê Amûdê de hatiye .
Lê cara pêşîbû ku bi vî awayê hovane mirovan bi saxî dişewitînên , û çi mirov zarokên xwendevan paşeroja dê û bav û gelê xwe bûn .
Wan nifşekî giring û hêja qirkirin . taku xwendevan û zana di nav Kurdan de tunebin yan kêmbin , lê berovajî li wan vegeriya , hezkirina Kurdan ji xwendin û girêdana wan bi xaka wanre bêtir bû .
Berî vê komkujiyê , di sala 1937 an , kolonyaliya Ferensî ku Sûrî dagîrkiribû di wê demê de , bi balafiran bajarê Amûdê armanc kir . ev êrîş û bûyer binavê Toşa Amûdê hate naskirin , û hêjayî bîranînêye ku Amûdê bajarê yekemîn bû di Sûrî de bi balafiran gule baran dibe .û Amûdê ma kelemek di cavên desthilatdarên Sûrî de .
Bi rastî me dixwest wek salên berê em vê hlkeftinê li Amûdê bi bîrbînên , lê mixabin rewşa Sûrî di van çar salên dawî de pir xerab ket , ji ber şoreş dirêj bû û rêjîma Esed bi awakî tundûtûjî li hember şoreşvanan rawestiya , welat talan û wêran kir , û ta çekên kîmawî jî pêkanî .
Kurdên Kurdistana Sûrî , ne dûrî van bûyeran bûn , ew jî beşek ji şoreşa azadiyê bûn . kar û xebat kirin ji bo welatekî azad û dîmokrat .
Lê Kurd jî wek miletê Sûrî perîşan û penaber bûn , ji ber rewşa xerab , û li herçar aliyê cîhanê belav bûn .
Û bihna aramî û azadiyê ji welatan dikşînên .
Tiştekî gelekî kirêt û şerme , ku di sedsala bîst û ykê de , komkujî , talan , wêran , qirkirin , di Sûrî de dibe li pêş çavên hemû dewletên cîhanê ku ji xwere temaşe dikin . û bazaran li ser xwîna gelê Sûrî dikin .
lê çawabe jî hêviyên vegera welat namirin , û doza azadiyê nayê berdan .

Partiya Yekîtî a Kurd li Sûrî
( Rêxistina Batman ê )

13.11.2014

10384476_526871147415318_8884539931528490280_n 10675725_526870820748684_2332082107146838301_n

مقالات ذات صلة

زر الذهاب إلى الأعلى